Kakþar Oremar
Amêdî, Amediya, Amêdîka Behdînan an jî Amêdîka Bilind ku di
dîrokê de bi navê " paytexta herêma Behdînan" jî hatiye
binavkirin, yek ji bajarên herî kevnar di dîrok û e´rdnigariya
Kurdistanê de tê hesibandin. Bajarê Amêdîyê li ser çiyayekî
bilind hatiye çêkirin ku tenê du rêyên bi navê Dergehê Mûsil û
Dergehê Barzan riyên ketin û derketina bajarin.
Di dergûþa vî bajarê kevnar û bi temenê xwe 3000 salî de gelek
mîr û hakim, helbestvan û nivîskar, dîrokzan û zimanzan, mêrxas
û qehreman, dengxweþ û hunermend rabûne ku kar û xizmeta wan
nayê ji bîr kirin.
Hunermendê nemir Tehsîna Teha di sala 1941an û di nava malbateke
nîv hal xweþ de li vî bajarê dîrokî hat dinê. Navê dayika wî
Xurbet e û Teha Mihemedê bavê Tehsîn jî ku karmendekî dewletê
bû, zû pêhesiya ku ji nava çar kur û pênc keçên wî Tehsîn di
hinek warên civakî û hunerî de, xwedîyê taybetmendiyên cudaye.
Tehsîn ji zarokatiyê li ser ava " Kanîya Mala "(1) bi hevalên
xwe re dilîst û hertim bi dengekî bilind ji wan re distirî.
Dengê wî ji zarokatiyê bala xelkê dikiþand ser xwe, lê kesî
nedizanî ku ev deng yê rojekê di nava hemû Kurdan de bê hezkirin
û belavî her cihekî bibe. Ji salên 1960an û pêde Tehsîn Teha bi
awayekî berfireh dest bi karê xwe yê hunerî kir. Di destpêkê de
bi karê þanogeriyê(lîstikvanî û sinaryonivîsandinê) derket
pêþberî gel. Lê tenê bi karê þanoyê têhnatiya wî ya ji bo hunerê
nediþikiya û dîsan jî vegerî ser dengê xwe û xwest bi stirînê vî
karê ku hemû evîna wî bû, bidomîne. Gehþtina bi vê xweziyê di wî
çaxî de karekî wiha hêsan nebû. Sedemên olî, paþverûtiyên
civakî, taybetmendîyên dijwarên serdema feodalîzimê, astengên bi
kelem bûn li ber piyên wî . " Mitrib" peyvek çewt û nîþana
sivikatîyê bû ku piraniya xelkê heta ji hunermendên mîna M.
Arifê Cizîrî, Nesrîn Þêrwan, Hesen Cizîrî, Elî Merdan, Tahir
Tofîq, Hesen Zîrek û ...yên din re jî digotin. Ji xeynî vî derdê
giran ku huner û dengê gelek keç û xortên Kurd di gewrî(qirik) û
singê wan de fetisandibû, bindestiya Kurdistanê serbarê hemû
derdan bû. Evîna Tehsîn ya ji bo doza Kurdistanê tiþtekî eþkere
û sirûþtî bû, lê ewê çawa vê evînê bike evîneke zindî û ji nava
dilê xwe derxîne û bide kifþkirin?! Ewê çawa vê evînê bi gelê
xwe re parve bike? ...û gelek pirsên din xwe li ber çavên Tehsîn
ciwan û armancdar dan xûyanîkirin.
Tehsîn pir fikirî ku çawa dest bi karekî nû bike ku hunermendên
beriya wî nekirine!!. Ji bona wê jî hêz da xwe û çendîn caran ji
xwe re wiha got:" Destpêka her karekî dijware, lê ezê sinorê vî
a´detê kevin biþkênim û van perdeyên reþ biçirînim...".
Tehsîn Teha bi helbesta nû ku bi navê "helbesta Îro" jî dihat
naskirin, dest bi " Strana Kurdî ya Nû " kir. Ev bizavek nû bû
ku bi taybetî di nava nivþê nû (çîna ciwanan) de bi germî hat
pêþwazîkirin. Gelek kesan xwestin di destpêka vî karê nû de vê "
sonnetþikênî" ya Tehsîn Teha mîna guneh an jî tawanek mezin di
nava gel de bidin nasandin, lê heza piraniya ciwanên Kurd yên ji
hemû deverên baþûrê Kurdistanê, zû dijberên hunera wî ya nûjen
bêdeng kirin. Pîvana gel ji bo wî pîrozîyeke mezin bû.
Tehsîn Teha di hêrêma Behdînan de yekemîn kes bû ku bi awayekî
nûjen strana Kurdî ya nû bi awazên nû da destpêkirin. Ev jî
karekî girîng bû. Ji ber ku hertim kesê ku karekî nû dike, ew
kar li ser navê wî tê tomar kirin. Nemir Þemal Sayîb li herêma
Soran û Tehsîn Teha li herêma Behdînan ya baþûrê Kurdistanê wek
serkêþên ve destpêka dîrokî tên naskirin.
Mesajên siyasî û heza Kurdistanê di stranên Tehsîn Teha de
Ji bo ciwanekî nûkar yê mîna Tehsîn Teha, pirsgirêk tenê
xwîndina strana nû nebû, ji wê girîngtir xwezîya wî ew bû ku bi
rêya vê stranê evîn û mejiyê gel jî hinekî bilivîne û ramanên nû
têde biafirîne. Hêza ciwanên Kurd bêxe liv û lebatê ku li
hemberî asîmîlasyon û neteweperestiya dijwara e´rebên Beesî
pêngavekê hilgirin. Ji bona wê jî li Dihok, Hewlêr, Amêdî,
Silêmanî û Bexdayê dema ku heta generalên Beesî jî di konsêrtên
wî de amade bûn, bi dengekî bilind qêriya:..." Ev warê he warê
meye, warê meye, ma tu yê çawa ji me bistînî, bistînî,...". Ev
durist di demekê de bû þovînîstên Beesî li Kerkûk, Xaneqîn,
Mûsil, Mendelî û gelek herêm din yên baþûrê Kurdistanê dest bi
siyaseta çewta asîmîlasyon û e´rebîkirina axa Kurdistanê
kiribûn.
Tehsîn Teha di hemû stranên xwe bi awayekî nihînî mesajên xwe
yên Kurd perweriyê dide xuyakirin. " Bihêre Distar, Milletê me
nemire, Xewin, Newroze, Ay Felek, Xalxalokê, Behdînan, Mala me
li serê mihelê " û bi dehan stranên nemir Tehsîn Teha tev jî
xwediyê mesajên siyasîne ku her yek piþtî çêbûna rûdanekê di
Kurdistanê de hatine çêkirin. Bo nimune: Dema ku li sala 1975an
þoreþa nemir Mistefa Barzanî têkçû, Tehsîn Teha strana " Ey
Felek" got û li ser xiyaneta dagirkerên Kurdistanê careke din ji
partî û rêxsitinên netewa xwe dawa pêkanîna hevgirtineke yekcarî
kir.
Dr. Bedirxan Sindî û gelek helbestvanên din yên herêma Behdînan
helbestên xwe pêþkêþî Tehsîn Teha dikirin ku bi dengê xwe yê
gerim û awazek xweþ bike stran.
Di çaxê ciwanî û kemlîna hûnera wî de jiyana bindestî ji aliyekî
û mirina bêwext û dûr ji axa Kurdistanê, qedera hunermendekî ku
xwe ji êþ û janên gelê xwe dûr naxe, ji mere dide xuyanîkirin.
Hemû jiyana Tehsîn Teha di nava etmosfêrekî tejî tirs û bêdadiyê
da derbas bû. Lê wî ji dagirkerên welatê xwe re stran negotin.
Ji bona wê jî hunera wî hunerek Kurdî, resen û nemire.
Piþtî ku ji sala 1991an û pêde baþûrê Kurdistanê ket destê
Kurdan, azadiya xaka nîþtiman derfetên nû ji hunermendan re jî
afirandin, lê Tehsîn Teha ji ber êþa dil xwest xwe bigehîne
Ewropa. Ew bi hizar hesret û xwezîyan ku rojekê yê bi dilekî
saxlem vegere Amêdîka bedew û kevnar, xwe gehand welatê
Hollenda, lê penaberiya wî ji aliyê îdareya penaberiyê ve nehat
pejirandin. Êþa dil roj bi roj ew digûviþand û mixabin ew bêkes
û xwedî, li dûrî Kurdistanê di roja 28.05 Gulan.1995an dilê
Tehsîn Teha ji lêdanê sekinî.
Dema ku Tehsîn Teha ji bo cerahîkirina dilê xwe pêwîstî peran
bû, mixabin hemû rêxistinên sîyasî, dewlemend û saziyên Kurdan
ew ji bîr kiribûn, lê dema ku tabota wî þandin Kurdistanê
zêdetir ji heft hizar dolarên Emrîkî pêre þandin!!. Ev di
rewþekê de bû ku kêmtir ji vê hejmara peran dikarî êþa dilê wî
derman bike û ew ji bo gelek salên din di nava me de bimîne. Em
Kurd bi taybetî û hemû gelên Rojhilata Navîn bi giþtî " zindî
kujên mirî perest"în. Lê xala herî girîng eve: Pêwîste heya nirx
û eymetên me saxin, em tev qedirê wan bizanîbîn.
Wesiyetnameya Tehsîn Teha
Tehsîn di kasêtekê de ku ji xanima xwe (Hebîbe) û her çar kurên
xwe( Vehêl, Gelvan, Warvan û Dîrhat) ji welatê Hollenda þandibû
Amêdiyê wiha dibêje:" Daxwaza min ya herî pêþîn serxwebûna
Kurdistanê ye. Pêwîste Kurd qet li doza welatê xwe xiyanetê
neken. Ger ez rojekê mirim min li axa Kurdistanê veþêrin. Lê
beriya veþartina min li goristana Amêdiyê ava " Kaniya Mala" li
laþê min bireþînin û piþtre min di nava dilê axa Kurdistanê de
veþêrin..."
Bi giþtî Tehsîn Teha xwediyê 8 kasêtane ku zêdetir ji sed
stranên siyasî û folkilorî têde cih digirin. Tehsîn Teha bi
hunermendên mîna Gulbihar û Eyþe Þanê re jî stranên duqolî
gotine û bi wan re li Dihok, Hewlêr, Bexda û gelek bajarên din
yên Kurdistanê konsert pêþkêþ kirine.(2)
Strana Ku Herî Zêde Ji aliyê Gel Ve Hat Pêþwazî Kirdin, Rabe
Cotiyar bû. Gotinên Stranê Tev Xwedî Mesajên Siyasî ne.
Rabe Cotyar
Rabe cotyar dê hilo rabe
Biçîne erdê çol û beyar
Berê ji destê hewe cotyar
Xelkê hemya nanê xwe xwar
Hûn bikin gelî cotyara
Tovî bavên van beyara
Erdê weye yê kesî nîne
Nede ne bi zalimê cara
Evan derdaw evan hala
Paþve bir bûyin gelek sala
Derdê neyî li nav me nema
Em nemayin cotyarê dema
Hema li nav erdê xwe þul ket
Nanê hemya dê peyda ket
Ca zarokêd me azad ken